Sûriye: Em rêkeftina HSD û kompanyaya Amerîkî red dikin
Wezreta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de rêkeftina Rêveberiya Xweser ya bakurê Sûriyê û kompanyaya Amerîkî şermezar kir û got, “Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”
Wezreta Derve ya Sûriyê derbarê rêkeftina Rêveberiya Xweser û Kompanyaya Delta Kirîsent Energy ya Amerîkî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Sûriyê bi tundtirîn şêwe rêkeftina di navbera HSD û kompanyayeke Amerîkî de red dike.”
Wezreta Derve ya Sûriyê wê rêkeftinê wek “diziyeke aşkere” binav dike û dibêje, ev “dijminkariyeke li dijî serweriya Sûriyê.”
Wezareta Derve ya Sûriyê diyar dike, “Ev rêkeftina ji bo diziya petrola Sûriyê bi serpereştî û piştevaniya Rêveberiya Amerîkî hatiye kirin.”
Wezreta Derve ya Sûriyê herwiha gotiye, “Ev rêkeftin bê binema û ne rewa ye.”
Rêveberiya Xweser ligel Kompaniyaya Delta Kirîsent Energy ya Amerîkayê di warê petrolê de rêkeftinek îmze kiriye û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye, li gor vê rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên bakurê rojhilatê Sûriyê û navçeyên di bin kontrola HSDê de zêde bike û petrolê jî bifroşe.