El-Muşrif: "Dewleta Tirkiyê berpirsê teqînan e"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318200-el_muşrif_dewleta_tirkiyê_berpirsê_teqînan_e
Cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Dewleta Tirkiyê berpirsê teqînan e"
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2020 14:35 Asia/Tehran
  •  El-Muşrif:

Cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Dewleta Tirkiyê berpirsê teqînan e"

Li gorî rapora Hawar Newsê, Cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Enwer El-Muşrif girêdayî "sûcên dewleta Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" axivî.

Hawar Newsê nivîsiye: El-Muşrif 'êrişên hovane yên dewleta Tirkiyê ên li dijî gelê Sûriyê' şermezar kir. El Muşrif bang li civaka navdewletî kir ku "sûcên Tirkiyê" rawestînin û got: “Divê serokkomarê Tirkiyê ji ber sûcên ku li dijî sivîlan kirine darizînin û tevahiya koçberan vegerînin warên wan ên dagirkirî.”

El-Muşrif destnîşan kir ku çareseriya siyasî ya ku rêya tekane ya bidawîkirina aloziya Sûriyê ye, tenê "piştî vekişîna dewleta Tirkiyê ji tevahiya herêmên ku dagir kirine û pêkanîna biryara navdewletî ya bi hejmar 2254", pêkan e.

‘TUGAYA PÊNCAN TEQÎN Û BÛYERÊN KUŞTINÊ PÊK TÎNE’

El-Muşrif piştrast kir ku "dewleta Tirkiyê berpirsê tevahiya teqîn û bûyerên qetilkirinê yên ku li herêmên Rêveberiya Xweser pêk tên, e" û wiha pêde çû: “Dewleta Tirkiy ajanên xwe yên tugeya pêncan a li herêmê bi kar tîne, ji bo ku tevliheviyê belav bikin û ewlehiya herêmê xirab bikin.  Hêzên Ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şaneyên terorîst li herêmên xwe girtin. Li gorî mikurhatinên endamên şaneyên ku hatine girtin, ew bi istixbarata dewleta Tirkiyê (MÎT) ve girêdayî ne û fermanên xwe bi awayekî yekser jê digirin.”

‘TEQÎNÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BERDEWAMA SIYASETA GUHERTINA DEMOGRAFÎK IN’

Enwer El-Muşrif bi navê "Rêveberiya Sivîl" sersaxî ji malbatên sivîlên ku bûn qurbana teqînên dawîn ên ku li herêmên dagirkirî pêk hatine, re xwest.

Girêdayî îdiayên ku dewleta Tirkiyê belav kirine ku Hêzên Sûriya Demokratîk berpirsên wan teqînan e El-Muşrif got: “QSD tevahiya qanûnên mafên mirovan û peymanên navdewletî pêk tîne. dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê yên ku rêzê ji tu peymanek navdewletî re nagirin, berpirsên wan teqînan in.”

Her wiha El-Muşrif got: “Li cem Rêveberiya Xweser gelek belge hene. Ev belge îsbat dikin ku dewleta Tirkiyê berpirsê bûyerên qetilkirin û sûcên ku li dijî gelê Sûriyê pêktên, e.”

Cîgirê hevserokatiya Nivîsgeha Şêwiriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de da zanîn ku teqînên li herêmên dagirkirî rû didin, plana dewleta Tirkiyê a ji bo temamkirina siyaseta guhertina demografîk û koçberkirina şêniyên resen, e.