Tîrmeh 23, 2020 17:45 Asia/Tehran
  • Li rojavayê Dirbêsiyê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê

Hêzên Rûsyayê û artêşa Tirkiyê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê hîn jî dewriyeyan bi rê ve dibin û îro li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn. 

Vê sibê dewriye ji gundê Şêrikê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundên Qermanê, Tilgidîşê, Xenamiyê, Kerbetilî, Emerzobaş, Til Kermê, Midewera, Xasikê, Xişêfiyê, Xerezê û Cewheriyê ve çû, paşê vegeriya nuqteya destpêkê ya gundê Şêrikê.

Dewriye ji 4 panzêrên leşkerî yên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.   

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirkiyê du caran nuqteya Rûsyayê ya li navçeya Dirbêsiyê topbaran kiribû û di encama wê de 3 endamên hêzên Rûsyayê, 3 endamên hêzên hikumeta Sûriyê û welatiyekî ji navçeya Amûdê birîndar bûbûn.

Serepeyv