Tîrmeh 20, 2020 10:37 Asia/Tehran
  • Tirkiyê dil heye kirêgirtiyan ji Efrînê bişîne Komara Azerbaycanê

Hin çavkaniyan li bajarê dagîrkirî yê Efrîna Sûriyê ragihandin Rêxistina Istixbarata Tirkiyê (MIT) dil heye çekdarên tirkmen jibo şerê dijî Ermenistanê bişîne Komara Azerbaycanê.

Li gorî rapora YJC'yê ji zarê Sedî El Beled, medyayên xwecidî yên sûrî ji zarê hin çavkaniyan li bajarê dagîrkirî yê Efrînê qala hewildana Tirkiyê jibo şandina kirêgirtiyan bo Komara Azerbaycanê kirin.

Van çavkaniyan ragihandin: Li navenda bicihbûna kirêgirtiyên tirkmen li bajarê Efrînê, hin kombûn hebûn û hejmareke erebeyên zirxî ku berpirsên payebilind ên Tirkiyê têda bûn, hatin wê derê.

Wan çavkaniyan ragihandin: Berpirsên MIT'ê bi hejmareke kirêgirtiyan ra şêwirîn û derket holê ku ewna jibo tomarkirin akirêgirtiyên tirkmen jibo şandin awan bo Komara Azerbaycanê û şerê dijî Ermenistanê hatine û vê rêxistinê bala xwe daye ser rêxistin û komên tirkmen û hejmareke komên têrorîstî ên bicihbûyî li bajarê Efrînê.

Hin çavkaniyan li Efrînê ragihandin: MIT'ê pêşniyara 2500 dolar pere daye her kirêgirtiyê ku bixwaze jibo şerê dijî Ermenistanê bi rê keve.

Beriya vê yekê jî li gorî gortina Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê ya ser bi dijberan, Tirkiyê çend hezar kirêgirtî jibo şerê dijî hêzên Xelîfe Hefter şandine Lîbyayê.

 

 

Serepeyv