Tîrmeh 17, 2020 09:59 Asia/Tehran
  •  Bi balafirên bê pîlot civîna endam û fermandarên Rûsyayê kirin hedef

Çavkaniyekî diyar kir ku bi balafireke bê mirov civîna endam û fermandarên hêzên Rûsyayê hate hedefkirin. Di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Çavkaniyekî pê bawer ji bajarê Dirbêsiyê ji medya navçê re diyar kir ku civîna fermandar û endamên hêzên Rûsyayê ya li nuqteya koordîneyê ya li ser rêya Dirbêsiyê –Hesekê bi balafireke bê pîlot hat hedefkirin. Çavkanî got, civîn bi armanca lêkolînkirina bombebarana vê sibehê ya li ser nuqteyê hate lidarixistin.

Li gorî heman çavkaniyê di bombebarana li ser nuqteyê de, ji beşdarên civînê 6 kes birîndar bûn.

Nuqteya koordîneyê ya hêzên Rûsyayê ya li ser rêya Hesekê-Dirbêsiyê îro du rojan ji aliyê balafireke bê pîlot ve hate hedefkirin.

Serepeyv