SOHR: Artêşa Sûriyê di bersiva çeteyên Tirkiyê li Idlibê, ew topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317572-sohr_artêşa_sûriyê_di_bersiva_çeteyên_tirkiyê_li_idlibê_ew_topbaran_kirin
Hêzên hikumeta Sûriyê di bersiva liv û tevgera terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike herêmên bin destê wan ên li Idlibê topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2020 05:37 Asia/Tehran
  • SOHR: Artêşa Sûriyê di bersiva çeteyên Tirkiyê li Idlibê, ew topbaran kirin

Hêzên hikumeta Sûriyê di bersiva liv û tevgera terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike herêmên bin destê wan ên li Idlibê topbaran kirin.

Êvara duh pêncşemê 09.07.2020an Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku duh şer li eniyên herêma Fitêra ya başûrê Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de rû da.

Di heman demê de hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Sifohên, Filêfil, Fitêra yên başûrê Idlibê û her wiha derdora deştê Xabê topbaran kirin.

SOHRê diyar kir ku duh hêzên hikumeta Sûriyê çekdarekî koma Cibha El-Weteniya li herêma Foca 46an li gundewarên rojavayê Helebê hedef girt û ew kuşt, her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê geriyan.

Çeteyên ser bi Tirkiyê jî baregehên hêzên hikumeta Sûriyê li Kefer Nubul a gundewarên başûrê Idlibê û gundê Şûrlîn ê çiyayê Şehşebo topbaran kirin. Endamakî hêzên hikumeta Sûriyê jî bi sekvaniyê ji hêla çeteyên Tirkiyê ve li eniya şer a Riweyhayê hate kuştin.