Bakurê Sûriyê - Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş
Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Artêşa Tirkiyê li rojavayê Kobanê dest bi dewriyeyeke hevbeş kir.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û helîkopterên Rûsyayê pêk hat û li gundê Aşmê dest bi gerê kir.
Tê payîn ku dewriye di gundên Aşmê, Carqelê, Cibinê, Beyadiyê, Zormexar, Mişko, Bênder, Gereqûyê, Qulê, Sosan, Boban, Xorxorî, Dîkmedaş û Qiranê re jî derbas bibe.
Wekî gelekî caran şêniyên hin gundan bi keviran pêşwaziya panzêrên dewleta Tirk kir û derbasbûna wan ji xaka Sûriyê re red kir. Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna dewleta Tirk li Sûriyê wek hêzeke dagirker dibînin.
Dewriyeyên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi rê ve diçin, li ser esasê hevpeymana 22’yê Cotmeha 2019`an a di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi rê ve diçin."