Kîno Gabrîel: "Tevî bangên navneteweyî jî dewleta Tirkiyê binpêkirina agirbestê didomîne"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317551-kîno_gabrîel_tevî_bangên_navneteweyî_jî_dewleta_tirkiyê_binpêkirina_agirbestê_didomîne
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel îşaret pê kir ku dewleta Tirkiyê gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û diyar kir ku ne dûr e ku dewleta Tirkiyê êrişeke nû li ser herêmê ruxmî tevahî peyman û garantiyan pêk bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2020 07:00 Asia/Tehran
  • Kîno Gabrîel:

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel îşaret pê kir ku dewleta Tirkiyê gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û diyar kir ku ne dûr e ku dewleta Tirkiyê êrişeke nû li ser herêmê ruxmî tevahî peyman û garantiyan pêk bîne.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Dewleta Tirkiyê ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve bi hewldana berfirehkirina dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tîne, bi wê re sûc li dijî gelên herêmê pêk anîn, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Her wiha hê jî êrişên leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne."

Hawar Newsê nivîsî: "Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel ji ANHA’yê re daxuyand ku dewleta Tirkiyê hêzên xwe li herêma Eyn Îsa û hin herêmên dîtir ên dagirkirî xurt dike û agirbestê tevî bangên navneteweyî ya pêwîstiya rawestandina êrişên leşkerî bi temamî li gel berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê ku gefan li tevahî mirovahiyê dixwe, binpê dike.

Gabrîel wiha axivî: "Dewleta Tirkiyê êriş û sûcên xwe zêde kirin, ew jî dihêle ku her tim ji êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmê re amade û hişyar bin, bi taybet di vê merheleyê de ku dewleta Tirkiyê gef û îdiayên xwe berdewam dike ku QSD peymana di Cotmeha 2019’an hatiye îmzekirin, binpê dike. Ew jî bihaneyek e ku êrişên xwe yên leşkerî yên nû û pêkanîna sûcên li herêmê temam bike."