Teqîn li bajarê dagîrkirî yê Girê Sipî / 6 kes hatin kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku ji ber teqîna bombeyê li navenda bajarê Girê Sipî li bakurê Sûriyê, 6 kes hatine kuştin û 11 kes birîndar bûne.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Çarşemiyê endamên PKK û YPG wek hokarên bombedanîna li bajarê dagîrkirî yê Girê Sipî li parêzgeha Reqaya Sûriyê da zanîn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê wiha ragihand: "Şerê dijî têrorê li bakurê Sûriyê bi vîneke cidî dê were domandin û dê îzna çalakiyên bo komên têrorîst ên PKK/YPG li bakurê Sûriyê neyê dayînê."
Ev di halekî da ye ku artêşa Tirkiyê bi mehneya "Şerê dijî têrorîstan", beşeke navçeyên bakurê Sûriyê ji wan bajarê Girê Sipî dagîr kiriye.
Destdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê tûşî şermezarkirina gel û dewleta Sûriyê û civaka cîhanî bûye.