Grûpên çekdar hewl didin ciwanên Efrînê bibin şerê Lîbyayê 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317533-grûpên_çekdar_hewl_didin_ciwanên_efrînê_bibin_şerê_lîbyayê
Grûpa Siltan Murad ku bi navê Emşat tê naskirin daxwazê li xelkê Efrînê dike ku biçin li Lîbyayê şer bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 08, 2020 15:24 Asia/Tehran
  • Grûpên çekdar hewl didin ciwanên Efrînê bibin şerê Lîbyayê 

Grûpa Siltan Murad ku bi navê Emşat tê naskirin daxwazê li xelkê Efrînê dike ku biçin li Lîbyayê şer bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku grûpa Emşat, roja 6ê tîrmehê, gundiyên Şiyê li ser rêya Sereke ku jê re rêya Hemamê tê gotin kom kirine.

Seyfedîn el-Casim, birayê Ebû Emşe fermandarê grûpa Siltan Silêman Şah daxwaz li gundiyan kiriye ku zarokên xwe bişînin Lîbyayê da ku li wir şer bikin.

Seyfedîn el-Casim gotiye gundiyan bila zarokên we biçin Lîbyayê şer bikin û mehane 2 hezar dolar werbigirin li şûna ku hûn li benda werza zeytûnan bin.

Li gor raportên ku şandina çekdaran ji aliyê Tirkiyê bo Lîbyayê dişînin, hejmara çekdarên Sûrî li Lîbyayê ji 15 hezar çekdar zêdetir bûye.