HSD: Dibe ku Tirkiye careke din êrişî ser kurdên Sûriyê bike
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel ragihand, artêşa Tirkiyê di binpêkirina rêkeftina agirbestê de berdewam e û egera pêkanîna êrîşeke nû ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bo ser heremê jî ne dûr e.
Kîno Gabrîel ji ajansên xwecihî re diyar kir, artêşa Tirkiyê hêzên xwe li bajarê Eyîn Îsa û hin deverên din ên li herêmê zêde dike û ew tevî hemû bangên navdewletî di binpêkirina agirbesta Cotmeha 2019an de berdewam e.
Berdevkê HSDê destnîşan kir ku, ew weke HSD pabendî rêkeftina agirbestê ne, lê êrîş û gefên Tirkiyê ewlehî û aramiya li deverê dixe metirsiyê û bangên navdewletî ji bo pêwîstiya pêkanîna agirbestê di pêvajoya Koronayê de paşguh dike.
Kîno Gabrîelê amaje bi wê yekê kir ku êrîşeke nû ya Tirkiyê li ser deverê dê hewlên navdewletî ji bo rûbirûbûna koronayê bandor bike.
Herwiha Gabrîel diyar kir ku ew bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û di serî de Amerîka û Rûsyayê re, di derbarê tomarkirina binpêkirinên artêşa Tirkiyê û pêşîlêgirtina çi êrîşeke wê yê nû di nava danûstandinan de ne.
Artêşa Tirkiyê li gel grûpên çekdar roja 9ê Cotmeha sala derbasbûyî êrişeke berfireh bo ser herêmên kurdî yên Sûriyê dabû destpêkirin û dest danîbû ser bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî.
Herwiha ev gotinên Gabrîel di demekê de ne ku li gor zanyariyan liv û tevgera grûpên çekdar li wan deverên kurdî yên Sûriyê zêde bûye û topbaranên bo ser çend gund û deverên li bin kontrola hêzên HSD li navçeyên Til Temir, Girê Spî, Serê Kaniyê û Eyn Îsa bi armanca kontrolkirina wê xeta stratejîk bi temamî, hatine berfirehkirin.