Sûriye; Şêniyekî efrînî ji ber îşkenceya çeteyan jiyana xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317507-sûriye_Şêniyekî_efrînî_ji_ber_îşkenceya_çeteyan_jiyana_xwe_ji_dest_da
Şêniyê bi navê Abdurehman Îbiş Biko ê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa a bajarê Efrînê, beriya du mehan ji hêla çeteyên Hemzet ve hate revandin û ji ber îşkence lê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 07, 2020 14:45 Asia/Tehran
  • Sûriye; Şêniyekî efrînî ji ber îşkenceya çeteyan jiyana xwe ji dest da

Şêniyê bi navê Abdurehman Îbiş Biko ê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa a bajarê Efrînê, beriya du mehan ji hêla çeteyên Hemzet ve hate revandin û ji ber îşkence lê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Şêniyê bi navê Abdurehman Îbiş (38) beriya du mehan bi destê çeteyên Hemzat ên girêdayî dewleta Tirkiyê li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa hat revandin.

Li gel rewşên dijwar ên girtîgehê, îşkence, lêdanê û belavbûna nexweşiyan di girtîgehan de, ev şênî bi nexweşiyê ket, her wiha astengdar e û kêm dibihîse.

Piştî ku malbata wî fîdye da çeteyan, ew  hat berdan,  lê rewşa wî ya tenduristiyê di encama pêketina nexweşiya kolêra û bêhntengbûnê de xirab bû. Her wiha piştî 20 rojan ji serbestberdanê, jiyana xwe ji dest da.

Şêniyê bi navê Abdurehman Îbiş zewicî bû û bavê 3 zarokan bû û li xwaringehekê ya li navenda bajarê Efrînê kar dikir