Idlib - Pevçûn navbera hêzên Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê
Li Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çekdarên ser bi Tirkiyê de şer dijwar dibe. Şerekî dijwar di navbera wan de li bejahiya Idlibê derket.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku şevê din, şerekî dijwar bi çekên giran û navîn di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û ekdarên ser bi Tirkiyê de li eniyên şer ên Filêfil û Riwêha yên başûrê bejahiya Idlibê derket. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn.
SOHR’ê destnîşan kir ku duh hêzên hikumeta Sûriyê bi obusan bajarokên Kensefra, Bara û gundê El-Mûzera yên Cebel El-Zawiya ya bejahiya başurê Idlibê topbaran kirin.
Her wiha hêzên Sûriyê herêmên El-Fitêra, Sifohên û Filêfil ên başûrê Idlibê topbaran kirin. Di heman demê de, balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê gundewarên rojavayê Helebê û başûrê Idlibê geriyan.