HSDê li Dêrazorê operasyonên xwe berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317456-hsdê_li_dêrazorê_operasyonên_xwe_berdewam_dike
Li Dêrazorê HSD 4 kes bi tawana û sûca ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, desteser kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2020 05:12 Asia/Tehran
  • HSDê li Dêrazorê operasyonên xwe berdewam dike

Li Dêrazorê HSD 4 kes bi tawana û sûca ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, desteser kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kiriye ku bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, Hêzên Sûrya Demokrat girtin ser gundê Hesîn ê bakurê Dêrazorê û 4 kes bi suca û tawana ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye desteser kir.

Li gor Rewangehê, di dema birêveçûna vê prosêyêde,  tevgerek zêde ya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî hebû.

Di Hezîranê de HSD, li ser sînorê Sûriyê û Iraqê dest bi operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê yên veşartî kiribû û di operasyonê de zêdetir ji 100 endam û alîgirên DAIŞê desteser kiribû.