Artêşa Tirkiyê hêzeke din a mezin şand Idlibê
Tîrmeh 05, 2020 20:44 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê şandina hêzên xwe yên leşkerî û lojîstik ber bi herêma Idlibê ve dewam dike. Îro 20 erebeyên leşkerî derbasî herêmê bûn.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku bi rêya dergeha Keferlosîn a bi Lîwaa Îskenderonê karwanekî nû yê artêşa Tirkiyê derbasî Idlibê bû. Karwan ji 20 erebeyan pêk dihat û bi aliyê nuqteyên Tirkiyê yên li herêmê ve çû.
Ji destpêka agirbesta ku Rûsya û dewleta Tirkiyê 5’ê Adara derbasbûyî ragihand û heta niha derdora 4 hezar û 360 erebeyên leşkerî, di nav de tank û topavêj, bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê bûne."