Şêniyên Kobanê bi nîşûana itiraza li hemberî Tirkiye û Rûsiyê meşiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317196-Şêniyên_kobanê_bi_nîşûana_itiraza_li_hemberî_tirkiye_û_rûsiyê_meşiyan
Gelê Kobanê bi nîşana itiraza li hemberî êrîşên artêşa Tirkiyê û sersariya Rûsiyê li hemberî sozên xku daane, bi kiryareke itirazî ber bi baregeha artêşa Rûsiyê li rojavaya Kobanê va meşiyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2020 07:00 Asia/Tehran
  • Şêniyên Kobanê bi nîşûana itiraza li hemberî Tirkiye û Rûsiyê meşiyan

Gelê Kobanê bi nîşana itiraza li hemberî êrîşên artêşa Tirkiyê û sersariya Rûsiyê li hemberî sozên xku daane, bi kiryareke itirazî ber bi baregeha artêşa Rûsiyê li rojavaya Kobanê va meşiyan.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey êrîşa bomberêjên bêfirokevan ên Tirkiyê ser gundê Helîcê li Kobanê û kuştina sê jinan, şêniyên vî bajarî bi kiryareke itirazî ber bi baregeha artêşa Rûsiyê li rojavaya Kobanê va meşiyan.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Gelê Kobanê bi kombûna li parka Şehîd 'Egîd' bi mebesta nîşandana itiraza xwe li hemberî kiryarên Tirkiyê û siyasetên Rûsiyê derbarê navçeyê ber bi baregeha leşkerî ya artêşa Rûsiyê li rojavaya Kobanê va meşiyan.

Wan bi bilindkirina dirûşmeyên dijî Tirkiyê heta nêzikî baregeha Rûsiyê meşa xwe domandin û daxwaza derketina hêzên artêşa Tirkiye û Rûsiyê ji welatê xwe kirin.