Amerîkayê bi goriyên Kobanê ra hevderdî kir, lê navê Tirkiyê negirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317108-amerîkayê_bi_goriyên_kobanê_ra_hevderdî_kir_lê_navê_tirkiyê_negirt
Wezareta karên derve ya Amerîkayê bêyî navê Tirkiyê bigire, hevderdiya xwe digel goriyên êrîşa asimanî ya Tirkiyê ser Kobaniyê diyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2020 06:51 Asia/Tehran
  • Amerîkayê bi goriyên Kobanê ra hevderdî kir, lê navê Tirkiyê negirt

Wezareta karên derve ya Amerîkayê bêyî navê Tirkiyê bigire, hevderdiya xwe digel goriyên êrîşa asimanî ya Tirkiyê ser Kobaniyê diyar kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand: Em hevderdiya xwe digel malbatên welatiyên bêguneh ku di êrîşa têrorîstî li ser Til Helefê û êrîşa asimanî ser Kobaniyê hatin kuştin û birîndar bûn, diyar dikin.

Daxuyaniya Amerîkayê bêyî ku navê sebebkarê êrîşa asimanî ser Kobaniyê (Tirkiye) bigire, destnîşan kiriye ku divê li ser rêkareke siyasîê ya hertimî li Sûriyê hûr bibin. Zêdekirina tundiyan rê li ber serêxwegirtina aştiyê digire.