Reqa - Ji 25 gorên komî 5900 cenaze hatin derxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317102-reqa_ji_25_gorên_komî_5900_cenaze_hatin_derxistin
Tîma Bersîvdayîna Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên derxistina cenazayan ji gorên komî didomîne. Hindik maye xebatên li Til Zêdan bidawî bibe ku du gorên din ên qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê lê hatine dîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2020 05:41 Asia/Tehran
  • Reqa - Ji 25 gorên komî 5900 cenaze hatin derxistin

Tîma Bersîvdayîna Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên derxistina cenazayan ji gorên komî didomîne. Hindik maye xebatên li Til Zêdan bidawî bibe ku du gorên din ên qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê lê hatine dîtin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Tîma Bersîvdayîna Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê li Reqa û gundewarê wê ji 25 gorên komî zêdetirî 5 hezar û 900 cenaze derxistin. Hindek maye xebatên xwe di gora 25'an a li Til Zêdanê yê bajarokê El-Hemrat ê dikeve rojhilata gundewarê Reqayê bi dawî bike. Tîmê heta niha ji vê gorê 175 cenaze derxstin.

Tîma Bersîvdayîna Destpêkê di navbera bajarokên Hezîma û bajarokê Hikumiye li bakurê bajarê Reqayê û goristana gundê El-Mehmudlî de yê girêdayî herêma Tebqayê du gorên komî nû dîtin.

Serokê tîmê Yasir El-Xemîs diyar kir ku piraniya cenazayan ên sivîlên ku bi awayekî meydanî ji hêla DAIŞ`ê ve hatine darvekirin in. El-Xemîs destnîşan kir ku xebatên wan li gora Til Zêdanê dereng mane ji ber ku cenaze bi awayekî yekser û bi rêbazên ne şerî hatine binaxkirin. Tevî wê jî di her çalekê de zêdetirî cenazeyekê heye û hestî serûbinî hev bûne.

Girêdayî rêbaza kar Yasir El-Xemîs got: "Beriya ku cenaze bi awayekî şeriî li goristana Til El-Beyaa ya li bakurê Reqayê tên veşartin, nimune ji hestiyan tên birin. Da ku werin lêkolînkirin û xwediyê wê bê naskirin."

El-Xemîs sedema derengmayîna ezmûnkirina nimuneyan vegerand kêmbûna amûrên ku di vî warî de têne bikaranîn. Lê bal kişand ser ku dê di pêşeroja nêz de wan amûran peyda bikin.

Serokê Tîma Bersîvdayîna Destpêkê diyar kir ku dê xebatên xwe di gorên nû de bi hejmara 26 li gundewarê bajarokê Hezîma û 27 li gundewarê bajarê Tebqayê piştî ku tîmê dabeşî du beşan bikin, bidin destpêkirin."