Xwenîşandana gelê Girê Sipî li dijî sepandina Lîreya Trikiyê
Hezîran 23, 2020 07:04 Asia/Tehran
Bi sedema sepandina Lîreya Trikiyê li bajarokê Girê Sipî, welatîyên wî bajarokî xwenîşandan encamdan.
Piştî guherrtina dirav û bikarnîna Lîreya Tirkiyê li şûna diravê Sûrî li Girê Sipî, duh bi dehan welatîyên vî bajarî derketin xwenîşandanê,.
Welatîyên Girê Sipî li pêş avahîya Civata Navxwe ya vî bajarî civîan û daxwaz kirin ku biryara bikar anîna Lîreya Tirkiyê bê helweşandin. Piştre jî derbazî nav avahîyê bûne.
Li gor medyaya ser bi dijberîya Sûriyê , Civata Navxwe ya Girê Sipî nirxê rebta nan li Girê Sipî bi Lîreya Tirkiyê destnîşan kirîye ku dike 370 Lîreyn Sûriyê û berî niha bi 150 Lîreyan bû. Be sedma wê yekê jî xelkî nerazîbûna xwe nîşan dan û derketin pêş Civata Navxwe.