Bombeyek li bajarê Der'ayê yê Sûriyê teqiya
Hezîran 22, 2020 05:56 Asia/Tehran
Çavkaniyên ewlehiyê yên sûrî qala teqîna bombeyekê li bajarê Derayê li başûrê vî welatî kirin
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya SANA Newsê, Fermandetiya Polîsê Derayê bi daxuyaniyekê ragihand: Ji ber teqîna bombeyekê li nizikî dibistanekê li taxa Kaşif a Derayê welatiyekî sûrî hat kuûtin.
Parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê ji destpêka qeyrana vî welatî va qada pevçûnên giran navbera artêşa Sûriyê û têrorîstan bûye.