Li Efrînê teqîn: 4 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317007-li_efrînê_teqîn_4_kes_birîndar_bûn
Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê otomobîleke bomberêjkirî teqiya. Di teqînê de 4 kes bi giranî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2020 08:15 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqîn: 4 kes birîndar bûn

Li bajarê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê otomobîleke bomberêjkirî teqiya. Di teqînê de 4 kes bi giranî birîndar bûn.

Li ser Cadeya Vilar a bajarê Efrînê otomobîleke bomberrêjkirî teqiya. Li gor medya Tirkiyê di teqînê de 4 sivîl bi giranî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, agirê piştî teqînê derketiye ji aliyê tîmên parastina sivîl ve hatiye vemirandin û birîndar bo nexweşxanê hatine veguhestin.

Bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê ji aliyê Tirkiyê û terorîstên pêre hatiye dagîrkirin. Piştî dagîrkirina gund û bajarên bakura Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û terorîstên ser bi dewleta tirk nearamî, dizî û revandina xelkê sivîl ji aliyêî terorîstan û artêşa Tirkiyê bûne karên her rojî di van gund û bajaran de.

Desdirêjiyên dewleta Tirkiyê ser bakura Sûriyê rastî nerizamendiyên berfire li cîhanê hatin.