Li dijî Şaredariya Teyana êrişa çekdarî: Serokê wê hate kuştin
Hezîran 15, 2020 16:44 Asia/Tehran
4 çekdarên rû veşartî êrişî avaiya Şaredariya Bajarokê Teyana ya rojhilatê Dêrazorê kirin û serokê şaredariyê kuştin.
Li gorî agahiyên medayên bakura Sûriyê 4 çekdar ku rûyê xwe girtibû êrişî avaihya Şaredariya bajarokê Teyana ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê kirin.
Çekdaran bi gefa çekê karmendên şaredariyê li cihekî kom kirin û pirsa serokê Şaredariyê Sekat Ebû Eymen kirin. Dema serokê Şaredariyê nas kirin jê xwestin ku li ser çongên xwe bisekine û li pêşiya hemû karmendan 4 gulle berdan serê wî û ew kuştin. Koma çekdar piştî sûc pêk anîn, reviyan.