Rûsyayê li Sûriyê 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyan xistin xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316839-rûsyayê_li_sûriyê_45_firokeyên_bêpîlot_ên_çeteyan_xistin_xwarê
Serokê Parastina Hewayî ya Hêzên Bejahî yên Rûsyayê Aleksander Leonov got li Sûriyê pergala ‘Tor’ a parastina hewayî ya Rûsyayê li Sûriyê nêzî 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyên dewleta Tirkiyê xistine xwarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2020 11:14 Asia/Tehran
  • Rûsyayê li Sûriyê 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyan xistin xwarê

Serokê Parastina Hewayî ya Hêzên Bejahî yên Rûsyayê Aleksander Leonov got li Sûriyê pergala ‘Tor’ a parastina hewayî ya Rûsyayê li Sûriyê nêzî 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyên dewleta Tirkiyê xistine xwarê.

Aleksander Leonov di hevpeyvînekê de daxuyand ku ji destpêka bikaranîna pergala Tor ve nêzî 45 firokeyên bêpîlot ên çeteyan hatin hedefgirtin.

Berpisyarê leşkerî yê Rûsyayê destnîşan kir ku pergala moşekên dijber ên nîvavêj ‘Tor’ rêbazeke sereke ya li hember çekên sivik û balafirên şer e û bal kişand ser vê yekê ku ev pergal bi alîkariya sîstema S-400 û Pantiser-S, parastina baregehên wan ên li Sûriyê dike. 

Her wiha vî berpirsê rûsî aşkera kir ku yekîneyên hêzên parastina asmanî yên Rûsyayê bi hedefa perwerdekirina li ser hedefên biçûk wekî firokeyên çeteyan ku li Sûriyê bi kar tînin, çêkirin.