Rojnama Şerq El-Ewset: Lîreya Tirkiyê derbas bakurê Sûriyê dibe
Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewset ya ku nivîsgeha wê li Londona Brîtanya û Cedeya Erebistana Siûdî ye wiha nivîsî: "Piştî biryara komên leşkerî û meclisên herêmê yên bi piştevaniya Enqerê êdî lîreya Tirkiyê derbasî bakurê Sûriyê bû."
Di vê rojnamê de ev tişt hate gotin: "Li beramber hilweşîna lîreya Sûriyê, saziyên opozîsyon, leşkerî û sivîl lez dan ku pişta xwe bidin lîreya Tirkiyê."
Çalakvanê hiqûqî Ekrem Cinêd got rewşa aborî ya li Bakurê Sûriyê êdî yekser bi aboriya Tirkiyê ve girêdayî ye.
Ji Şamê jî çavkaniyan ji Şerq El-Ewset re da zanîn ku di çend rojên borî de hineke nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar baş bûye, ew jî bi derbasbûna karsazan a dolar li sûkan û desteserkirina hejmareke mezin ji dolar pêk hat. Her wiha jî banka navendî ya Sûriyê dest danî ser diravgehên girêdayî pereyên ji derve jî, bi wê re jî nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar ji 3 hezar 400 di duşema borî de daket 2 hezar û 400’î.