Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar Til Rifetê topbaran dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316753-hêzên_tirkiyê_û_grûpên_çekdar_til_rifetê_topbaran_dikin
Îro serê sibehê artêşa Tirkiyê bajarokê Til Rifet û gundên Minix û Bêlûn li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2020 18:17 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar Til Rifetê topbaran dikin

Îro serê sibehê artêşa Tirkiyê bajarokê Til Rifet û gundên Minix û Bêlûn li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, berbanga îro 12ê Hezîranê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku Enqere piştgiriya wan dike, bajarokê Til Rifet û gundên Minnix û Bêlûn li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê topbaran kirin.

Bi gotina çavkaniyên xwecihî topbarana deverê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ve heta demeke dirêj dom kir.

Derbarê zirarên topbarana deverê de, hêj ti agahî nehatine bidesxistin.

Bajarokê Til Rifetê û hejmarek gundên Şehbayê tevî 12 gundên bajarokê Şêrawa ya Efrînê hêj di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne.

Ew navçe bi berdewamî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve tên topbarankirin.

Piştî ku herêma Efrînê kete jêr desthilata Tirkiyê û grûpên ser bi wî welatî ve, bi dehan hezar ji xelkê Efrînê li herêma Şehbayê bicih bûne û di nava kampan de dijîn.