ENKS: Diyaloga ENKS- PYD berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316747-enks_diyaloga_enks_pyd_berdewam_dike
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ragihand, ku heta niha qonaxa duyem a danûstandinên ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hêj destpê nekirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2020 16:39 Asia/Tehran
  • ENKS: Diyaloga ENKS- PYD berdewam dike

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ragihand, ku heta niha qonaxa duyem a danûstandinên ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hêj destpê nekirine.

Îro roja înê 12.06.2020an Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê Mihemed Îsmaîl ji Kurdistan24 re ragehand ku heta niha qonaxa duyem a danûstandinên ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê hêj destpê nekirine, lê nûçeyên rawestandina danûstandinan ji rastiyê dûr in. Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku rast e hin xalên nakok di navbera wan de hene, lê danûstandin nehatine rawestandin.

Beriya niha ENKS di daxuyaniyekê de ragehandibû, rêkeftina ligel PYDê çawa ku dê xizmeta doza kurd bike, di heman demê de, dê xizmeta pirsa Sûriyê jî bike.