Dagirker herêma Şehbayê topbaran dike
Hezîran 12, 2020 05:53 Asia/Tehran
Çeteyên artêşa Tirkiyê di van demên dawiyê de gundên hêrêma Şehbayê topbaran dikin.
Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ku kontrola gelek herêmên sûrî xistine bin destê xwe, di van kêliyan de gundên Minixê, Bêlûniyê û navçeya Til Rifat yên herêma Şehbayê bi çêkên giran topbaran dikin.Topbaran hîn berdewam e.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê vê dawiyê bi topbaran û bombebarankirina herêmên kurdên Sûriyê ji bilî ziyanên canî bûne sedema agirpêketina dexl û danên xelkê deverê ku salek ji bo wan zwhmetî kişandibûn.