Gelê Sûriyê li bajarê cûrbecûr dijî Amerîkayê xwenîşandan li dar xistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316678-gelê_sûriyê_li_bajarê_cûrbecûr_dijî_amerîkayê_xwenîşandan_li_dar_xistin
Gelê bajarê cûrbecûr ên Sûriyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî sepandina boykotên Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê dijî dewlet û gelê wî welatî xwenîşandan li dar xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 10, 2020 10:27 Asia/Tehran
  • Gelê Sûriyê li bajarê cûrbecûr dijî Amerîkayê xwenîşandan li dar xistin

Gelê bajarê cûrbecûr ên Sûriyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî sepandina boykotên Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê dijî dewlet û gelê wî welatî xwenîşandan li dar xistin.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya SANA Newsê, Xwenîşanderên sûrî li parêzgehên Quneytere û Golanê bi rakirina alaya Sûriyê, hewildana Amerîka û Hevpeymanên wê jibo derbelêdana li abora Sûriyê dan ber rexneyan.

Beşdarên di van xwenîşandanan da her wiha daxwaza mudaxileya civata navneteweyî jibo rakirina boykotên aborî û rawestandina destwerdana biyaniyan li karên navxweyî yên Sûriyê kirin.

Dewleta Amerîkayê ji destpêka Hezîrana 2020î û bi armanca qanûna nasyar bi Sezarê ya pesendkirî di sala 2019an  a Kongrea vî welatî da, boykotên cûrbecûr li dijî navend, kesayetî û rayedarên Sûriyê sepandin.