Li herêma dagîrkirî ya Efrînê 11 welatiyên sivîl hatin revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316645-li_herêma_dagîrkirî_ya_efrînê_11_welatiyên_sivîl_hatin_revandin
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) , "Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê 11 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandin, her wiha li gorî agahiyên bi dest ketine 2 kes ji wan piştî dayîna fîdyeyan, hatin berdan."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2020 11:40 Asia/Tehran
  • Li herêma dagîrkirî ya Efrînê 11 welatiyên sivîl hatin revandin

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) , "Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê 11 sivîl ji Efrîna dagirkirî revandin, her wiha li gorî agahiyên bi dest ketine 2 kes ji wan piştî dayîna fîdyeyan, hatin berdan."

Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) ragihandiye: "Artêşa Tirkiyê sûcên dermirovî li dijî sivîlên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî didomîne, her wiha sûcên revandina sivîlan ji hêla  komên çete yên girêdayî bi wê ve bi daxwaza dayîna fîdyeyan zêde bûne."

Vê ajansê her wiha daye zanîn: "Li gorî çavkaniyên taybet ji navçeya Mabata, çeteyên bi navê 'Cebhet El-Şamiye' duh 8 şênî ji gundê 'Reca'yê revandin. Navên kesên revandî wiha ne; "Elî Hemo, Husên Şêxo, Ezîz Şêxo, Betal Mihemed Şêxo, Heysem Remzî Hecî Hemo, Henîf Arif Şerê, Mihemed Birîm, Henîf Henan.

Çavkaniyan îşaret pê kir ku çeteyan ji malbatên revandiyan fîdye li hember serbestberdanê xwestine. Her wiha piştî dayîna fîdyeyan Henîf Henan û Mihemed Birîm serbest berdan, lê hê jî çarenûsa revandiyên dîtir ne diyar e.

Her wiha çavkaniyên ji gundê Meimila yê girêdayî navçeya Mabata diyar kir ku çeteyên koma bi navê 'Fatih Sultan Mihemed' gelek şênî ji gund bêyî zanîna tu sedeman revandine.

Navên hin revandiyan wiha ne: "Lawend Umer Simo (20), Mihemed Menan Birîm (32) û Ciwan Şukrî Umer (20)". Her wiha hê jî çarenûsa wan ne diyar e.

Li herêmên ku dewleta Tirkiyê dagîr kirine, berteka gel li dijî dagirkerî û sûcên domdar ên li dijî sivîlan heye. Duh li navçeya Mabata xwepêşandanek li dijî dagirkeriyê li dar ket, li aliyekî din jî şêniyên bajarê 'Girê Spî' li dijî dagirkeriyê serî hildan û daxwaza serbestberdana sivîlên ku çeteyên girêdayî wan girtine, kir."