Sûriye - Li Dirbêsiyê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ya hevbeş pêk hat
Hezîran 08, 2020 19:55 Asia/Tehran
Dewriyeyeke hevbeş a polîsên Leşkerî yên rûsî û hêzên dewleta Tirkiyê li gundewarên navçeya Dirbêsiyê, geriya.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Îro di saetên sibê de dewriyeyeke hevbeş di navbera polîsên Leşkerî yên rûsî û hêzên dewleta Tirkiyê li navçeya Dirbêsiyê, geriya. Dewriye ji gundê Şîrkê yê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ye, dest pê kir.
Dewriye ji 8 erebeyan pêk dihat. Dewriye li gundê Qermanê, Xenamiyê, Cidêda, Til Têr, Xaskê, Badîna, Midewer, Xişêfiyê, Xanikê, Hemdon, Xerzê û Cewheriya, geriya.
Piştî dewriye bi dawî bû, erebeyên dewleta Tirkiyê xaka Tirkiyê bûn û yên rûsî ber bi bajarê Qamişloyê ve çûn.