QSD‘ê di 4 rojan da 66 çeteyên DAIŞ'ê girtin
Hezîran 08, 2020 06:12 Asia/Tehran
Qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya ku Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD-QSD) li gundewarên Hesekê û Dêrazorê daye destpêkirin di roja 4‘an de hat domandin. Heta niha 66 çete hatin girtin.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Şervanên Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD-QSD) di roja 4‘an a qonaxa dueymîn a Pêngava Tunekirina Terorê de 20 km bi pêşde çûn. QSD‘ê di nava 4 rojên pêngavê de 120 km û firehiya 70 bi pêş de çûye.
Di operasyonên paqijkirinê de li gundewarên Dêrazorê û Hesekê 11 çeteyên DAIŞ‘ê û kesên bi guman hatin girtin. Ji destpêka pêngavê ve heta niha 66 çete hatin girtine.