Cenazeyê keçeke 16 salî ya Efrînî hat dîtin
Termê keçeke Kurd ku ji aliyê grûpa terorîst a Sultan Murad a girêdayî dewleta Tirkiyê ve hatibû revandin, îro li derdora Ezazê hat dîtin.
Çavkaniyeke taybet ji nahiyeya Şera ya herêma Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku îro Yekşemê 7ê Hezîran 2020an, termê keçek Kurd li nêzîk Ezazê hatiye dîtin.
Termê keça kuştî, li nav zeviyekî li nêzîk gund Firîziyê ser bi Ezazê ve li navçeyên di bin destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hatiye dîtin.
Derbarê vê yekê de Endamê Desteya Rêveberiya Yasayî ya Kurd li Almanyayê Husên Naso ji Rûdawê re ragihand ku grûpeke li ser Sultan Muradê ve ew keça Kurd revandine û ew ne yekem car e ku ew grûpa çekdar kiryarên bi vî rengî û hovane dike.
Husên Naso amaje kir ku ew tiştên bi destê wê grûpa çekdar têne kirin tawanên mezin in li beramberî gelê Kurd.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî dibêje ew termê keça 16 salî Melek Nebî Xelîl Cuma ye ku 23yê Gulana 2020an ji aliyê çekdarên grûpa Sultan Murad ve hatibû revandin.
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, grûp çekdar ên li herêma Efrînê gelek caran li binpêkirinên weke kuştin û revandin û guhertina demografiyê li hemberî xelkê resen ê Kurd li herêmê kirine.
Herwiha Berdevekê Komeleya Jîn û çalakvan Ciha Koro jî li ser hesabê xwe yê twittirê nûçe piştrast kiriye û dibêje Melek Nebîh Xelîl Cuma ji gundê Dêrwîş yê navçeya Şera ye û ew ji aliyê çekdarên grûpa Sultan Murad a girêdayê Tirkiyê ve hatibû revandin.
Li ser heman mijarê Seroka Encûmena Cîbicîkar a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di twittera xwe de dibêje kuştina keça 16 salî ya bi navê Melek Nebî Xelîl Cuma bi destê çekdarên opozisyona Sûriyê bûne qaşê jê re dibêjin “Artêşa Sûriya Azad”, lê bixwe “çekdarên hov in.”
Îlham Ehmed herwiha dibêje Efrîn ji bo jinan stargeh bû, lê niha bûye kuştargeh (mezbaxane).