Rojnamevanê Iraqî: Mazlûm Kobanî li Bexdayê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316575-rojnamevanê_iraqî_mazlûm_kobanî_li_bexdayê_ye
Rojnamevanê Iraqî yê bi navê Ehmed Mulla Talal, ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ji bo gotûbêjkirina ewlehiya sînor û mijarên stratejîk serdana paytexta Iraqê bajarê Bexdayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2020 09:43 Asia/Tehran
  • Rojnamevanê Iraqî: Mazlûm Kobanî li Bexdayê ye

Rojnamevanê Iraqî yê bi navê Ehmed Mulla Talal, ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ji bo gotûbêjkirina ewlehiya sînor û mijarên stratejîk serdana paytexta Iraqê bajarê Bexdayê kir.

Rojnamevan û pêşkeşkarê televîzyona Iraqî UTVê Ehmed Mulla Talal li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Fermandarê Giştî HSDê Mazlûm Kobanî serdana Bexdayê kir.

 Ehmed Mulla Talal dibêje Mazlûm Kobanî ji Sûriyê bi helîkopterkê çûye Silêmaniyê û piştre bi wesayîteke taybet a Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî derbasî Bexzdayê bûye.

Bi gotina Talal ew serdana Mazlûm Kobanî, ji bo gotûbêjkirina ewlehiya sînor û mijarên stratejîk bûye.