ŞERQ EL-EWSAT: Êrişên asmanî yên li "sêkoşeya bakur"a Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316470-Şerq_el_ewsat_Êrişên_asmanî_yên_li_sêkoşeya_bakur_a_sûriyê
Li gorî rapora Hawar Newsê û ji zarê rojnameya ŞERQ EL-EWSAT'ê, Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn, bi tyabet geşedanên li harêma Idlibê. Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Balafirên şer ên Rûsyayê çend êrişên asmanî li `Sêkoşeya bakur’, di navbera gundewarên Hama, Idlib û Laziqiyê yên bakur û rojavayê Suriyê de pêk anîn. Ji dema ragihandina agirbestê beriya sê mehan, ev cara yekem e ku êrişeke wiha pêk tê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2020 08:29 Asia/Tehran
  • ŞERQ EL-EWSAT: Êrişên asmanî yên li

Li gorî rapora Hawar Newsê û ji zarê rojnameya ŞERQ EL-EWSAT'ê, Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn, bi tyabet geşedanên li harêma Idlibê. Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Balafirên şer ên Rûsyayê çend êrişên asmanî li `Sêkoşeya bakur’, di navbera gundewarên Hama, Idlib û Laziqiyê yên bakur û rojavayê Suriyê de pêk anîn. Ji dema ragihandina agirbestê beriya sê mehan, ev cara yekem e ku êrişeke wiha pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja çarşemê ragihand ku "Balafirên Sûriyê şeva sêşemê û sibeha çarşemê, li sêkoşeya Hema, Idlib û Laziqiyê êriş pêk aniye, ev herêm dikeve sînorên di navbera her sê parêzgehan de."

Li herêmê komên çete yên mîna Heyet Tehrîr El-Şam ku berê Cebhet El-Nusra bû, her wiha çeteyên Huras El-Dîn û Partiya Îslamî ya Tirkistanî hene.

SOHR’ê diyar kir ku piştî agirbesta ku Moskov û Enqereyê ragihandibûn, ev cara pêşî ye ku êrişeke wiha pêk tê, ji wê çaxê ta niha car caran pevçûnên demkî û topbaran di navbera her du aliyan de rû didan.

Li gorî lihevhatina agirbestê dê Rûsya û Tirkiye dewriyeyên hevbeş li seranserê rêya navneteweyî ya stratejîk M4'ê pêk bînin.SOHR’ê diyar kir ku êrişên asmanî yên Rûsyayê, bi armanca dûrxistina çekdaran ji rêya navneteweyî pêk hatiye, her wiha dûrxistina wan ji herêma Sehe Elxab ku hêzên Sûriyê û yên Rûsyayê lê bi cî dibin."