Li bakurê Qamişloyê 100 donim zeviyên ceh ên şêniyên Qamişlo şewitîn
Tîmên awarte bi alîkariya şêniyan şewata ku îro li ser sînorên di navbera bajarên Nisêbînê li Tirkiyê û Qamişlo de çêbûne vemirandin. Lê di encama şewatan de derdora 100 donim zeviyên ceh ên şêniyên Qamişlo şewitîn.
Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê ragihandiye ku: "Îro leşkerên artêşa Tirkiyê agir bi şînatiyên li ser sînorên di navbera bajarên Nisêbîn û Qamişlo de vêxistin. Di encamê de şewatek mezin çêbû û ber bi taxên bakurê Qamişlo ve fireh bû."
Hawar Newsê her wiha daye zanîn ku: "Tîmên agirkujiyê yên Qamişloyê û bi sedan şênî bi lez berê xwe dan sînoran da ku şewatan vemirînin ji bo ku negihêjin taxên bajêr. Piştî xebatek hevbeş şewat piştî ku derdora 100 donim zeviyên ceh ên şêniyên Qamişlo şewitîn, hate vemirandin."
Di hefteyên dawî da bi caran agir bi zeviyên şêniyên herêmên cûrbecûr bakurê Sûriyê ji Qamişlo heta Kobanê û hwd ketiye.
Rayedarên navçeyê ragihandine ku ev yek bi qestî û bi avêtina topên hawanê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê va pêk tê.