Bakuirê Sûriyê; Li bajarê dagîrkirî yê Babê çete bi hev ketine
Piştî hevsera çeteyekî hate girtin, koma ‘Ehrar El-Sefîra’ çeteyên xwe ji bo serdegirtina navenda polîsan a leşkerî şandin, ji ber vê yekê li bajarê Babê yê dagirkirî li bakurê Sûriyê alozî heye.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Çavkaniyan herêmî ji bajarê Babê ji ANHA`yê re ragihandin ku çeteyên ‘Ehrar El-Sefîra’ yên girêdayî artêşa Tirkiyê vê sibê ji bo serdegirtina navenda polîsên leşkerî ku jineke ji herêma El-Sefîra girtiye, hêzeke leşkerî şand bajarê Babê.
Çavkaniyan piştrast kirin ku ji ber çeteyên polîsên leşkerî hevsera çeteyekî Ehrar El-Sefîra girtine, li bajarê Babê ji duh ve alozî heye. Çavkaniyan da zanîn ku çeteyê bi navê Ebî Remezan
hejmareke çeteyan ji bo sergirtina navenda polîsan a leşkerî kom kirine. Heta vê kêliyê rewşa bajarê Babê ne aram e.