Dagirkeran careke din zeviyên Zirganê dan ber agir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316428-dagirkeran_careke_din_zeviyên_zirganê_dan_ber_agir
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên başûrê navçeya Zirganê dan ber agir.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Hezîran 02, 2020 19:48 Asia/Tehran
  • Dagirkeran careke din zeviyên Zirganê dan ber agir

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên başûrê navçeya Zirganê dan ber agir.

Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li deverên dagirkirî li Sûriyê gulle ber bi zeviyên genim û ceh ên gundên başûrê navçeya Zirganê ve reşandin.

Ji ber gullebaranê agir bi zeviyên çandiniyê yên di navbera gundên Xireb Şiîr û gundê Xirbe Cemê de yên 3 km dikevin başûrê Zirganê ketin.

Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê rê nadin tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin. Şewat hîna berdewam e.