WHO karwanekî alîkariyê şande herêmên kurdên Sûriyê
Hezîran 02, 2020 15:24 Asia/Tehran
Rêxistina Tenduristîya Cîhanî (WHO) di çarçoveya tekoşîna hember vîrusa koronayê de karwanekî din ji alîkarîyên pizişkî gihande herêmên kurdên Sûriyê.
Rêxistina Tenduristîya Cîhanî li ser twitterê belav kirîye, wan karwanekî nû yên alîkarîyan ku ji bîst ton ên alîkarîyên pizişkî li xwe digirt bo bajarê Qamişlo şandiye.
Li gor wê rêxistinê ev dibe duyemîn karwan di du hefteyan de ku bo wî bajarî dişînin.
Herwaha WHOyê ragehand, ew alîkarî di çarçoveya tekoşîna hember vîrusa Koorna de hatine şandin û ewê li navendên tendurîstîyê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê dê werin belav kirin.