Zîrevana Mafên Mirovan: Tirkiyê av li ser Kurdên Sûriyê biriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314587-zîrevana_mafên_mirovan_tirkiyê_av_li_ser_kurdên_sûriyê_biriye
Zîrevana Mafên Mirovan ragihadn: Qusûra berpirsên Tirkiyê ya gihandina avê bi qasê pêwîst bo navçeyên Kurdnişîn ên bakurê rojhilata Sûriyê dibe sebeb ku rêxistinên mirovdostane nekarî alîkariya xelkê vê navçeyê jibo têkoşîna dijî Koronayê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2020 03:14 Asia/Tehran
  • Zîrevana Mafên Mirovan: Tirkiyê av li ser Kurdên Sûriyê biriye

Zîrevana Mafên Mirovan ragihadn: Qusûra berpirsên Tirkiyê ya gihandina avê bi qasê pêwîst bo navçeyên Kurdnişîn ên bakurê rojhilata Sûriyê dibe sebeb ku rêxistinên mirovdostane nekarî alîkariya xelkê vê navçeyê jibo têkoşîna dijî Koronayê bikin.

Li gorî rapora ISNAyê,Zîrevana Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê ragihand: "Em ji rayedarên Tirkiyê dixwazin ku ji hêzgeha "El-Elûkê" ava navçeyên bakurê rojhilata Sûriyê dabîn bike.Rûniştiyên van navçeyan ji wan kampên El-Hol û Erîşeyê di rewşeke qeyranî da ne. Bi dehan hezar sûrî û iraqî û biyanî di nava van kampan da ne."

Tirkiyê û komên çekdar ên bin piştgiriya vî welatî piştî destdirêjiya ser bakurê rojhilata Sûriyê di Cotmeha 2019an da kontrola hêzgeha Elûkê girtin destê xwe. Ev hêzgeh ava 460 hezar kesan li parêzgeha Heseke û sê kampên awareyan dabîn dike.