Artêşa Tirkiyê bejahiya Til Temirê û Şerawa topbaran dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314540-artêşa_tirkiyê_bejahiya_til_temirê_û_Şerawa_topbaran_dike
Artêşa Tirkiyê û terorîstên wê gundên Bêne û Aqibê yên girêdayî navçeya Şerawa û gundê Um El-Kêf ê girêdayî navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2020 08:04 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê bejahiya Til Temirê û Şerawa topbaran dike

Artêşa Tirkiyê û terorîstên wê gundên Bêne û Aqibê yên girêdayî navçeya Şerawa û gundê Um El-Kêf ê girêdayî navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.

Di van demên dawiyê de ku HSD ragihandibû ji ber Koronayê û daxwaza sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî şer û cengê radiwestîne, Artêşa dagîrker a Tirkiyê û terorîstên wê gundên Bêne û Aqibê yên girêdayî navçeya Şerawa û gundê Um El-Kêf ê girêdayî navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.

Hîn derbara xisar û kuştî û birîndarên ji ber van topbaranan de nûçeyek neketiye dest, lê belê çavkaniyên herêmî radigehînin ku topbaran dewam dike.