Berpirsê girtîgeha Hesekê: Beşek ji girtîgehê ketiye destê DAIŞê
Adar 30, 2020 08:59 Asia/Tehran
Berpirsê girtîgeha Sîna ya bajarê Hesekê ku tevahiya girtiyên wê terorîstên DAIŞê ne, ragihand, komek girtî reviyane û beşek ji girtîgehê jî di destê girtiyan de ye.
Şeva borî li nav girtîgeha Sîna ya Hesekê ku bi hezaran girtiyên DAIŞê tê de ne, îsyan derketibû û hinek girtî jî reviyabûn.
Li ser wê rûdanê, berpirsê girtîgehê Rûbar Hesen di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, derdora girtîgehê hatiye girtin û helîkopter û firokeyên şer yên hêzên hevpeyman jî bi ser girtîgehê de digerin.
Rûber Hesen da zanîn, komek girtî reviyan û heta niha jî beşek ji girtîgehê di destê girtiyan de ye û hîn rewş bi temamî nehatiye kontrolkirin.