Sûriye: Amerîka dîsa çek û wesayîtên şêrr ji terorîstan re dişîne
Navenda Hevahengiya Sûriye û Rûsyayê ya derbarê awareyan ragihand ku Amerîka bi navê alîkariya mirovî ji bo kampa Rekeban bi heceta jinavbirina Koronayê, ji komên çekdar û terorîst re çek û wesayîtên şêrr dişîne.
Ajnsa nûçeyan a SANAya Sûriyê ragihand ku Navenda Hevahengiya Sûriye û Rûsyayê ya derbarê awareyan duh bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku Amerîka bi navê alîkariya mirovî ji bo kampa Rekeban bi heceta jinavbirina Koronayê, ji komên çekdar û terorîst re şendîn kamyon çek û wesayîtên şêrr şandin. Wê navendê herwiha diyar kir ku Amerîka bi vê hecetê zextê dide ser NY ku riya kamyonan bo vê Kampê berbend neke.
Sûriye dibêje ku dixwaze awareyên Kampa Rebekanê vegerîne deverên azadbûyî û paqijbûyî ji terorîstan, lê belê Amerîka û çekdarên ber piştgiriya wê rê li vê yekê digirin. Ev kampa li nêzîkî bargeha leşkerî ya Amerîkayê ya el-Tenef li başûra Sûriyê ye.