Tirkiyê cardinê ava bajarê Hesekê li Sûriyê qut kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314417-tirkiyê_cardinê_ava_bajarê_hesekê_li_sûriyê_qut_kir
Artêşa Tirkiyê û terorîstên ku ji aliyê wan ve piştgirî dibin bo cara sisyan li yek meha buhurî û di rewşa êpîdêmiya vîrûsa koronayê ava bajarê Hesekê û bajarokên derdora wê li bakurê rojhilata Sûriyê qut kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2020 13:53 Asia/Tehran
  • Tirkiyê cardinê ava bajarê Hesekê li Sûriyê qut kir

Artêşa Tirkiyê û terorîstên ku ji aliyê wan ve piştgirî dibin bo cara sisyan li yek meha buhurî û di rewşa êpîdêmiya vîrûsa koronayê ava bajarê Hesekê û bajarokên derdora wê li bakurê rojhilata Sûriyê qut kirin.

Ajansa fermî ya Sûriyê ji zarê serokê dayira avê ya Hesekê raghand: Rejîma dagirkirê Tirkiyê û kirêgirtinê wê cardinê pompaja  avê ji îzgeha Elokê li derdora serê kaniyê bo bajarê Hesekê û bajarokên derdora wê qut kirin. 

 Mehmûd El-Eklê bal kişand  ser vê yekê ku ji siet 10 şeva buhurî cardinê ava Hesekê hatiye qutkirin û got: Kiryara Tirkiyê û kirêgirtinên wê binpêkirina eşkere û cinayeta li dijî mirovahiyê li dijî zêde ji nîv milyon kes ji xelkê bajarê Hesekê û bajarokên xelknişîn ên wê ye ku dibe sedema îza bûna wan. 

 Eva cara sisyan  li yek meha buhurî ye ku artêşa Tirkiyê û kirêgirtinên terorîst ên wê ava bajarê Hesekê qut dikin. 

 Rêxistinên gelanî yên Sûriyê her wiha kiryara bi qest a Tirkiyê li bêparkirina xelkê bakurê rojhilata Sûriyê ji ava vexwarin li dijî hemî qanûnên navdewletî û cinayeta cengê dan zanîn.