Topxaneya Tirkiyê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin
Adar 28, 2020 12:47 Asia/Tehran
Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva derbasbûyî gundên bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran kir.
Ajanssa Rûdawê li gor çavkaniyên xwecihî ragihand: Topxana artêşa Tirkiyê gundê Seyda ser bi bajarokê Eyn Îsa topbaran kiriye.
Li gor heman çavkaniyan, çekdarên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê jî beşdarî topbarankirina navçeyê bûne. Ev topbaran piştî 3 rojan ji hêminiyê li navçeyê pêk tê.
Roja 24ê adarê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê tankerên sûtemeniyê li nêzîk Eyn Îsa kiribûn armanc û di encamê de şer û pevçûn di navbera wan grûpên çekdar û hêzên HSDê de derketibûn.