UNICEF’ê Tirkîye derbarê birrîna avê ser xelkê Hesekê de hişyarî kir
Sindoqa Zarokan a Rêxistîya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Tirkîye hişyar kir ku birrîna ava vexwarinê ser şarê Hesekê li bakura rojhilata Sûrîyê de dikare xeterên ji ber vîrûsa vegir a Koronayê zêde bike.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), UNICEF’ê di daxûyanîyekê de ji ber kiryara Tirkîyê ya qutkirina ava vexwarinê ya şarê Hesekê rexne ir û pêgirî kir ku ew kara jîyana nêzî nîv milyon sûrîyan di rewşekê de ku cîhan himberî vîrûsa Koronayê têdikoşe, dixe xeterê.
Di dewama daxûyanîya UNICEF’ê de hatîye ku Navenda Pompaja Avê ya Elokê çavkanîya sereke ya ava vexwarinê ya nêzî 460 hezar niştecihên Hesekê û deverên xelknişîn ên derdora wê ye.
UNICEF di dewmê de ji Tirkîyê dixwaze ku çavkanîyên avê jibo destkevtên sîyasî û leşkerî bi awayekî narewa bikar neyne çinku zarok zîyana herîzêde dibînin.
Hêzên Tirkîyê û komên têrorîst ên di bin fermana Enqerê de eva sê roj in ku bi awestandina karê Navenda Pompaja Avê ya Elokê û derxistina xebatkarên wê ava vexwarinê ser şarê Hesekê û derdora wî da birrîne.
Eva di halekî da ye ku gelê vê herêmê jibo sekinîna hiberî belavbûna Koronayê ku hemi cîhan û vê dawîyê Sûrîye jî pê ketîye jibo sekinîna himberî vê vîrûsê hewcedarê avê û şûtina berdewam a detên xwe ye.