Firokeyeke bêfirokevan a têrorîstan li Sûriyê hat jordaxistin
Firokeyeke bêfirokevan a komên têrorîst ji aliyê Pergala bergiriya esmanî ya artêşa Sûriyê li bakurê rojavaya vî welatî hat jordaxistin.
Li gorî rapora SANA Newsê, Pergala bergiriya esmanî ya artêşa Sûriyê sipêdeya îro Sêşemiyê ev firokeya bêpîlot a têrorîst ku nêzikî firokexaneya Hemîmîmê li derdora bajarê Cebleyê yê parêzgeha Laziqiyê li bakurê rojavaya vî welatî bûbû, şopandin û xiste xwarê.
Pergala bergiriya esmanî ya artêşa Sûriyê di mehên dawî da bi dehan babetên hewildana komên têrorîst jibo êrîşa ser navçe û gundên ewleh di derdora Laziqiye û baregeha Hemîmîmê pûç kirine.
Li gorî nûçeyeke din, Hêzên artêşa Sûriyê û şêniyên gundên Hamo li derdora bajarê Qamişloyê li bakurê rojhilata vî welatî li dijî karwanê hêzên dagîrker ên amerîkî ku hewil didan derbasî nava wî gundî bibin sekinîn û ewna neçar kirin ku paşve bikişin.