Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê digel Esed derbarê bakurê rojavaya Sûriyê axivî
Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê bi serokomarê Sûriyê ra hevdîtin pêk anî û derbarê dawîn alûgorên bakurê rojavaya vî welatî û lihevkirina pêkhatî navbera Rûsiye û Tirkiyê jibo agirbesa li Idlibê gotûbêj kir.
Li gorî rapora SANA Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê û Sêrgêyî Şoygoyê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê roja Duşemiyê di vê hevdîtinê da derbarê rewşa navçeya Cizîrê (sê parêzgehên Reqa, Dêrazor û Hesekeyê) û dewama talankirina petrol û heyitiya Sûriyê ji aliyê amerîkiyan va jî gotbêj kirin.
Di vê hevdîtinê da her wiha kiryarên pêkhatî ji aliyê dewleta Sûriyê va bona pêkanîna aramî û ewlehiyê li navçeyên cûrbecûr ên vî welatî û hewildana Rûsiyê di asta navçe û cîhanê da jibo rakirina boykotan û işkandina dorpêçê û rêgirtina li tecrîda li ser Sûriyê hatin şirovekirin.
Di gotûbêja Bişar Esed û Sêrgêyî Şoygo da her wiha hevkariya wezaretxanneyên berevanî û hêzên çekdar ên Sûriye û Rûsiyê hat hilkolandin û du aliyan meyl û mereqa xwe jibo zêdekirina asta hevkariyan diyar kirin.