Tirkîyê hejmara nuqteyên çavdêrîyê li Sûrîyê gîhande 49’an
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314245-tirkîyê_hejmara_nuqteyên_çavdêrîyê_li_sûrîyê_gîhande_49’an
Tirkîyê bi heceta çavdêrîya ser agirbesê 3 nuqteyên din ên zêrevanîyê li Sûrîyê damezirandin û bicihkirina leşkerên xwe li axa vî welatî berfiretir dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2020 13:11 Asia/Tehran
  • Tirkîyê hejmara nuqteyên çavdêrîyê li Sûrîyê gîhande 49’an

Tirkîyê bi heceta çavdêrîya ser agirbesê 3 nuqteyên din ên zêrevanîyê li Sûrîyê damezirandin û bicihkirina leşkerên xwe li axa vî welatî berfiretir dike.

Navenda Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê k user bi opozosyona Sûrîyê û meqera wê li Londonê ye ragihand ku Tirkîyê 3 nuqteyên zêrevanîyê yên nû li başûra parêzgeha Idlibê damezirandin.

Ligorî rapora Navenda Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê, Tirkîyê ew 3 xal li gundên Bedama, Nacîye û Zeînîyê li rojavaya şarê Cisr ul Şigûrê li başûra rêya navdewletî ya M4’ê ava kirine û Tirkîyê berî wê jî 2 nuqteyên zêrevanîyê li nêzîkî sînorê idarî yê parêzgeha Hemayê I başûra Helebê ava kiribûn.

Bi damezirandina van 3 xalên nû, Tirkîyê heta vê gave 49 xalên zêrevanîyê li parêzgehên Heleb û Hema yên Sûrîyê damezirandine.

Tirkîye di halekî da van xalên nû yên zêrevanîyê ava dike ku rêkevtina vî welatî û Ûrsêtê têkildarî agirbesê li Idlib û Helebê 18 roj derbas kirin û heta nika jî ew agirbesa bi awayekî ciddî ji hêla her du alîyan ve nehatîye binpêkirinê.

Ji dema wajokirina rêkevtinama kêmkirina gêreyê di navbera Îran, Ûrsêt û Tirkîyê di Îlona 2017’ê ve têkildarî damezirandina nuqteyên zêrevanîyê li Heleb ûIdlibê, deweta Tirkîyê nêzî 40 xalên zêrevanîyê damezirandine ku pirranîya wan xalan dema pevçûna di navbera hêzên Artêşa Sûrîyê û têrorîstan de li piratîkê veguherîn baregehên locêstîk û topxaneyî jibo têrorîstan û balafirên cengê yên Artêşa Sûrîyê jî çend caran ew derana dan ber bombeyan.