Tirkîyê careka din av ser xelkê Hesekê da birrî
Artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên girêdayî wê, careke din Navenda Pompaja Avê ya Elokê ji kar xistin û av li ser bajarê Hesekê de girtin.
Hevseroka Rêveberiya Avê li bajarê Hesekê, Sozdar Ehmed ragihand ku, duh artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrîyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, av li ser bajarê Hesekê da qut kirin.
Sozdar Ehmedê diyar kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdar Navenda Pompaja Avê ya Elokê ji kar xistin û karmendên wê jî derxistine.
Bi gotina wî rayedarê Rêveberiya Xweser, ev du roj in ku av li ser welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê qut bûye.
Di 24ê Sibatê de jî Navenda Pompaja Avê ya Elokê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ve ji kar hatibû xistin, lê piştî zêdetirî heftiyekê bi garantoriya Rûsyayê, careka din av ser bajarê Hesekê û bajarokên derdorê hatibû berdan.
Navenda Pompaja Avê ya Elokê ku ava bajarê Hesekê û hejmarek bajarok û gundên derdorê dabîn dike, dikeve sînorê bajarê Serê Kaniyê ku niha di bin dagirkerîya artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî de ye.
Bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî li gel bi dehan gundên derdorê di êrîşa Cotmeha sala 2019 de ketine destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar.