Li bakurê Sûriyê; Ji ber teqînê şeş kesan canê xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i314223-li_bakurê_sûriyê_ji_ber_teqînê_şeş_kesan_canê_xwe_ji_dest_dan
Ji ber çar teqînan li rojavaya parêzgeha reqayê li bakurê Sûriyê, şeş kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2020 14:20 Asia/Tehran
  • Li bakurê Sûriyê; Ji ber teqînê şeş kesan canê xwe ji dest dan

Ji ber çar teqînan li rojavaya parêzgeha reqayê li bakurê Sûriyê, şeş kes hatin kuştin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Li pey teqînên roja Yekşemiyê li bajarê Tebqayê ya rojavaya parêzgeha Reqayê, erebeyên gerrê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn armanc û şeş kes ji wan hatin kuştin.

Li pey van teqînan, hêzên Kurd hemî riyên ketin û derketinê yên bajarê Tebqayê girêdan.Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baska sereke ya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ne ku girêdayî bi Amerîkayê ye.

Heta niha hîç komekê berpirsiyariya van teqînan negirtiye ustiyê xwe.